LI REQAYÊ ROLA CIWANAN DI ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ DE HATE GOTÛBÊJ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan yên Reqayê li ser rola ciwanan di şoreşa 19’ê Tîrmehê de komxebatek li dar xistin.

Di bin diruşma “Cenga Azadiyê Serbixin”, Tevgera Ciwanên Şoreşger û jinên ciwan komxebata xwe li salona Navenda Çandê ya bajarê Reqayê li dar xistin.

Bi sedan endamên Desteya Ciwan û Werzîşê û rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.

Di komxebatê de û piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin hatin kirin û hate diyar kirin ku şoreşa 19’ê Tîrmehê bi ked û fedekariyên ciwana biserket û ew ê vê serkeftinê bi vîneke xurt berdewam bikin.

Share This Article