Rêveberiya Xweser a Dêrazorê serdana projeyên xwe yên sala 2024’an kir û xebatên wan ji nêzîk ve şopand.
Desteya rêveberiyên herêmî ya kantona Dêrazorê îsal li Dêrazorê dest bi cîbicîkirina 37 projeyên xizmetguzariyê yên weke ziftkirin, çaksazkirina torên avrêjiyê û berfirehkirina wan kiriye.
Şandeyek ji Rêveberiya Xweser û desteya rêveberiyên herêmî, ji bo çavdêrîkirina wan projeyan dest bi gerekê kirin.
Şande di gera xwe de serdana cihên cîbicîkirina projeyan dike û xebatên wan ji nêzîk ve dişopîne.
Her wiha li gilî û gazindên welatiyan jî guhdar dike.
RÊVEBERIYA XWESER A DÊRAZORÊ CÎBICÎKIRINA PROJEYÊN XIZMETGUZARIYÊ DIŞOPÎNE
