PYD’Ê Û DESTEYA RÛSPIYAN BO NÎQAŞKIRINA REWŞA DAWIYÊ CIVÎNEK LI DAR XISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê û Desteya Rûspiyan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo nîqaşkirina geşedanên dawiyê civînek li dar xistin.

Civîn di bin dirûşmeya bi vîn û biratiya gelan em ê bi ser bikevin li hola Zana ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Di civînê de nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, MSD’ê, partiyên siyasî û rûspiyên herêmê amade bûn.

Her wiha geşedanên siyasî yên dawiyê hatin nîqaşkirin û tekezî li ser hilbijartina paradîgmaya neteweya Demokratîk ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan hate kirin.

Civîn bi nêrîn û nirxandinên beşdaran bi dawî bû.

Share This Article