KOÇBERÊN EFRÎNÎ BEHSA ÊŞA DERKETINA XWE YA JI ŞEHBAYÊ DIKIN

Rojava Tv
2 Min Read

Piştî hilweşandina rêjîma Beis a Esed û bi êrîşkirina komên çeteyên dewleta Tirk a dagirker koçberên efrînî û xelkên şehbayê neçar man ku careke din koçber bibin û berê xwe bidin herêmên ewle yên Rêveberiya Xweser.
koçbera Efrînî ji Rojava tv re gotin, ew 7 salan tevî hemû zehmetiyan li benda vegera li warê xwe bûn.

Koçberên Efrînî 6 salin li kantona Şehbayê di bin çadiran de û tevî êrîşên rojane û dorpêça hikumeta şamê ya berê ji bo rojekê vegerin ser axa xwe li berxwe didan.

Piştî hilweşandina rêjîma Baas a Esed û bi êrîşkirina komên çeteyên dewleta Tirk a dagirker koçberên efrînî û xelkên şehbayê neçar man ku careke din koçber bibin û berê xwe bidin herêmên ewle yên Rêveberiya Xweser.

Koçbera Efrînî ya bi navê Fatme Ebo ji Rojava TV re behsa êşa derketina wan a ji şehbayê dike û dibêje derketina ji şehbayê mîna tofanekê bû.

Her wiha koçbera Efrînî ya bi navê Leyle Bekir jî diyar kir ku, ew 7 salan tevî hemû zehmetiyan li benda vegera li warê xwe bûn.

Sala 2018’an dewleta tirk a dagirker bi darê zûrê gelê efrînê da koçber kirin.

Xelkên Efrînê da ku rojekê bi ewle vegerin ser mal û axa xwe li şehbayê bi cih bûn û 6 salan bi êş derbas kirin .

Share This Article