RÊVEBERIYA XWESER AGIRÊ NEWROZA 2025’AN PÊ XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê agirê Newroza 2025’an pêxist û bi vê boneyê peyamek da.

Agirê newrozê li pêş avahiya Rêveberiya Xweser a li kantona Reqayê bi beşdariya endamên Rêveberiyê, hat pêxistin. Her wiha peyamek hat dayîn.

Di peyamê de hat gotin ku, Vêxistina agirê Newrozê yê îsal ji salên borî cudatir e, ji ber ku Newroza îsal a yekem e ku piştî rûxandina rejîma Baas li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê pîrozkirin.

Rêveberiya Xweser teqez kir ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo temamkirina pêvajoya şoreşa xwe bidomînin û bigihêjin armancên wê yên avakirina Sûriyeke demokratîk, piralî û nenavendî.

Her wiha Rêveberiyê di peyamê de got, ew ê xebatên xwe yên ji bo vegerandina koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bidomînin.

Rêveberiya Xweser di dawiyê de Newroza 2025’an li gel û malbatên şehîdan pîroz kir, her wiha banga yekîtiya gelê Sûriyê kir.

Share This Article