Saziya Olî ya navçeyaTil Temirê îro bi daxuyaniyekê komkujiya Parîsê şermezar kir û bang li Hikûmta Fransayê kir ku erkên xwe bi cih bîne.
Hejmarek ji welatiyên navçeyê û endamên saziya Rêveberiya Xweser tevlî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de dewleta Tirk bi pêkanîna komkujiyê hate tawanbarkirin û kiryarên Tirkiyê yên li dijî gelan hate redkirin.
Her wiha di daxuyaniyê hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşan dixwaze vîna gelên azadîxwaz têk bibe.
Di dawiyê de bang li Hikûmeta Fransayê hate kirin ku di vê komkujiyê de erkên xwe pêk bîne û weke komkujiya 9’ê çileya 2013’an ku di encamê de 3 jinên şoreşger şehîd bûn, neke.
