peymena ku di 10’ê Adarê di navbera fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî û Serokê Hikûmeta Veguhêz A Sûriyê Ehmed El Şerii de hat îmzekirin hêvî da koçberên Efrînê ku êdî piştî berxwedanek dûvdirêj vegerin Efrînê.
lê heta niha peyman di aliyê pirtîkê de li ser rûyê Erdê neketiye meryetê ev yek jî fikaran li cem koçberan çêdikin ku çareke din bibin qurbaniyên peymanên navnetewî.
koçberên Efrînê daxwaz ji Hikûmeta veguhêz a Sûriyê kir ku xwedî li peymanê xwe derkeve û tevahî koçberên Sûrî vegerîne cih û warê wan.
koçberên Efrînê dan xuyakirin ku êdî dem dema vegerê ye û divê dagirkerî ji xaka Efrînê derkeve û koçber bi rûmet vegerin warê xwe.
nêzî 9 sal di ser êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê re derbas bû, hê jî koçber di ber xwe didin û hêviya wan vegera bi rûmet û ewle ye.
