KOÇBERÊN EFRÎNÊ DAXWAZA VEGEREKE BI EWLE DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Dema ku tu li gel koçberkî ji Efrînê danûsandinê dike, yekser ji te re behsa xwezaya Efrînê dike, bêyî wê mijarê danûstandine xweş nabe.

ewqas koçberên Efrînî girêdayî xaka xwe ne, tevî ku 7 sal derbas bûn, hê jî çiya, şkeft, newal û deştên Efrînê di hişmendiya wan de maye.

Dayîka bi Navê Semîre Omer yek ji koçberên Efrînê ye, 2 caran koçber bûye û niha li Taxa Eşrefiyê a Helebê dimîne. behsa êşa derketina ji Efrînê û şehbayê dike.

hêviya dayîka Semîra ew e ku bi awayekî garantî û bi rûmet vegerin li ser xaka xwe di nava mal û milkên xwe de jiyan bikin.

Yek ji xalên peymana 10’ê Adarê ya ku di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûn Ebdî û Serokê Hikûmeta veguhêz a Sûriyê Ehmed El Şeri de hat îmzekirina, vegera koçberan li ser cih û warên wan bû, lê 5 meh di ser peymanê re derbas bû heta niha ev xal neketiye meryetê.

Share This Article