Desteya karûbarên Civakî û Kedkaran a kantona Cizîrê îro komxebatek ji kesên xwedî pêdiviyên taybet re ji bo nîqaşkirina reşnivîsa wan li dar xist.
Di komxebatê de reşinvîsa destûra qanûnî ya kesên xwedî pêdiviyên taybet ku ji 14 xalan pêk tê, hate xwendin.
Desteya karûbarên Civakî û Kedkaran a kantona Cizîrê îro komxebatek ji kesên xwedî pêdiviyên taybet re ji bo nîqaşkirina reşnivîsa wan li dar xist.
Komxebat bi beşdariya hevserokatiya Desteya karûbarî Civakî û Kedkaran, Ofîsa kesên xwedî pêdiviyên taybet û kesayetên xwedî pêdivî li navenda nûdem a bajarê Qamişlo hat sazkirin.
Di komxebatê de reşinvîsa destûra qanûnî ya kesên xwedî pêdiviyên taybet ku ji 14 xalan pêk tê, hate xwendin.
Ji nava komxebatê rêvebera Ofîsa kesên xwedî pêdiviyên taybet ya Desteya karûbarên Civakî û Kedkaran a kantona Cizîrê Gulnaz Ibrahîm destnîşan kir, armanc ji komxebatê xwendina reşinvîsa destûra kesên xwedî pêdiviyên taybet û naskirina mafê wan di nava civakê de ye.
Her wiha çalakvanê mafê astangdaran Hoşeng Ismaîl jî behsa beşdariya xwe ya di komxebatê û reşinvîsa destûra kesên xwedî pêdiviyên taybet de kir.
Piştî bidawîkirina nîqaşên li ser reşinvîsa destûra kesên xwedî pêdiviyên taybet wê civîn li bakur û rojhilatê sûriyê bên lidarxistin û wê pêşkêşî Meclîsa Gelan a Demokratîk were kirina da ku xalên wê bên cîbicîkirin.
