LI PARÊZGEHA HESEKÊ ŞAXÊ BANKA NAVENDÎ YA SÛRIYEYÊ HAT VEKRIIN

Rojava Tv
1 Min Read

Parêzgarê Hesekê, Endezyar Nûreddîn Ehmed, digel rêvberê Banka Navendî ya Sûriyeyê “Mihemed Sefwat Rislan”, şaxê Banka Navendî ya Sûriyeyê li Parêzgeha Hesekê vekir.

Gelek rayedar beşdarî merasîma vekirinê bûn. Herdu aliyan serdana beşên bankê kirin, tesîsên teknîkî û îdarî kontrol kirin û li ser mekanîzmayên xebatê û xizmetên ku şax dê peyda bike, agahî wergirtin.

Parêzgarê Hesekê tekez kir ku vekirina şaxê Banka Navendî ya Sûriyeyê gavek girîng e û pabendbûna dewletê ji bo pêşxistina xizmetên bingehîn û piştgiriya aramiya aborî nîşan dide.

Ji aliyê xwe ve, rêvberê Banka Navendî ya Sûriyeyê destnîşan kir ku vekirina şaxê beşek ji plana bankê ye ji bo berfirehkirina tora şaxên xwe û nûjenkirina xizmetên xwe da ku li gorî hewcedariyên qonaxa heyî be.

Share This Article