li Reqayê Desteya Çandê bi koordîneya Foruma “Atyaf” a Çandî çalakiyek çandî li darxistin .
çalakî Di bin diruşmeya “Çand di bin yek esîmanî de” li Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê hate lidarxistin .
di çalakiyê de mertaleke bîranînê ji bo malbeta nivîskar û helbestvan “Fewziya El-Merî” hate pêşkêş kirin
Piştî wê kurtefîlmek bi navê “Na ji Narkotîkê re” hate pêşandan û stran, helbest ji bo bîranîna nivîskara nemir Fewziya El-Merî ji aliyê koma Atyaf ya Çandî ve hatin pêşkêşkirin.
Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Foruma “Atyaf” a Çandî, dê gelek çalakiyên bi vî rengî li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar bixin.
LI REQAYÊ DESTEYA ÇANDÊ Û FORUMA “ATYAF” A ÇANDÎ ÇALAKIYEK HUNERÎ LI DAR XISTIN
