Ji ber serwerbûna aştî û aramiyê, piraniya kesên ku di navxweya Sûriyê de koçber bûne, berê xwe dane Herêma Rêveberiya Xweser.
Yek ji wan kesan jî kamil serdeh e ku li bajarê Şehbayê bi cih bûye û bi rêya çandiniyê debara xwe dike.
Kamil Serdeh yê ji bajarokê Til Deman ê başûrê Helebê, ji ber êrîşên berdewam û nearamiyê, koçberî Şehbayê bûye.
Kamil di dema ku li gundê xwe bû, bi xwedîkirina pez û çandiniyê debara xwe dikir. Dema ku koçberî Şehbayê dibe, heman karê xwedîkirina pez didomîne.
Bi gotina Kamil Serdeh, ew di peydakirina êmê sewalan de rastî gelek zehmetiyan tên û nirxên wan jî gelekî buha ne.
Kamil Serdeh behsa jiyan li gundê xwe dike û hêvî dike ku aramî di demeke nêzîk de li her deverê serwer bibe. Li gorî amarên neteweyên yekbûyî ji ber aloziya Sûriyê zêdetirî 13 milyon kes der bi derî navxweya Sûriyê û derveyî wê jî bûn.
Piraniya kesên ku di navxweyî Sûriyê de koçber bûne, ji ber serwerbûna aramiyê berê xwe dane herêma Rêveberiya Xweser.
