QSD: DI ROJA YEKEM A OPERASYONA EWLEHIYA DOMDAR DE 40 ÇETE HATIN GIRTIN

Rojava Tv
1 Min Read

QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya roja yekem a operasyona Ewlehiya Domdar aşkere kir û ragihand ku ‎wan di roja yekê de, 40 endamên şaneyên çeteyên DAIŞ girtine û çeteyek jî hatiye kuştin.‎ ‎
QSD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku roja yekem a operasyonê li gorî plansaziyê bi awayekî serkeftî ‎bidawî bû û têde, gundewarê bakurê bajarê holê û rûbereke berfireh ji gundewarê başûr di nav de ‎herêmên hevsînor bi Iraqê re, tevî hin şkeftên xwezayî û veşartgehên bi guman ên çeteyan hatin ‎paqijkirin.‎
Her wiha QSD’ê da xuyakirin ku hêzên operasyonê girtin ser hijmareke malên ku çeteya xwe lê ‎vedişartin û pevçûn di navbera wan û 2 şaneyên daiş de derket, ku endamên şaneyan gule li ser hêzên ‎operasyonê barandin û di encam de çeteyek hate kuştin, yek jî birîndar bû.‎
Di encama roja yekem a operasyonê de 40 endamên şaneyên çeteyên daiş hatin girtin û hejmareke ‎çek û cebilxaneyên li gel wan hate desteserkirin.‎

Share This Article