DESTEYA RÊVEBERIYA HERÊMÎ YA FIRATÊ XEBATÊN XIZMETGUZARIYÊ PÊK TÎNE

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Rêveberiya herêmî li kantona Firatê ji bo cîbicîkirina projeyên weke ziftkirina rêyan û dirêjkirina torên avrêjiyê dixebite.
Her wiha plansaziya xebata xwe ya ji bo sala dahatî jî daniye.

Desteya Rêveberiya herêmî ya kantona Firatê ji bo cîbicîkirina gelek projeyan di sala 2024’an de kar dike.

Projeyên herî sereke ku destye giringiyê pê dide, ziftkirina rêyan û dirêjkirina torên avrêjiyê ye. Her wiha xebatê li ser hejmarek projeyên din jî dikin.

Têkildarî mijarê cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî ya kantona Firatê Emîna Weysî ji ROJAVA TV re got, xala girîng ya projeyên wan ew e ku rêyan bi tibaba 66 kîlometran zift bikin. Her wiha xebatkarên wan ligelek bajarokên kantonê dixebitin.

Her wiha Emîna Weysî diyar kir ku projeyên di sala derbasbûyî de pêk nehatine, ew îsal wan temam dikin û ji bo sala dahatî jî gelek proje danîne pêşiya xwe.

Desteya Rêveberiya herêmî ya kantona firatê diyar kir ku ew ji bo sala bê gelek projeyan amade dikin û dê projeyên sala 2024’an jî bi dawî bikin. Her wiha li gorî desteyê îsal ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî binesaziya herêmê, ew rastî gelek zehmetiyan hatin.

Share This Article