YPJ’ê û Mala Êzidiyan a kantona Cizîrê jina êzidî Tawaf Çeto û zaroka bi navê Xunav ku di 1`ê Tebaxa 2024’an de li kampa holê hatibûn rizgarkirin, radestî Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Yekîneyên Berxwedanan Şengal (YBŞ) kirin.
Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê her dem ji bo rizgarkirina jinên Êzidî ji lepên DAIŞ’ê lêgerîn û çalakiyên xwe di nava kampa Holê de berdewam dike.
YPJ`ê 1`ê Tebaxê ragihandibû ku wan jinên êzidî Ezîze Xalid li Kampa Holê, Tawaf Çeto jî li ser sînorê Sûriyê-Iraqê rizagar kirin û bi wan re zaroka êzidî ya bi navê Xunav a ku li cem Ezîze Xalid mezin bûye, rizgar kirin.
Îro jî YPJ`ê û Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê jina êzidî Tawaf Çeto û zaroka bi navê Xunav ku di 3`yê Tebaxa 2014`an de ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn revandin û di 1`ê Tebaxê de hatibûn rizgarkirin, radestî Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Yekîneyên Berxwedanan Şengal (YBŞ) kirin.
Şande ji aliyê YPJ, Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê û Desteya Jinan ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de berdevka YPJ`ê Rûksen Mihemed diyar kir ku ew ê li ser soza xwe ya piştgirîdayîna civaka êzidî û gelê Şengalê bin.
Her wiha Fermandara YJŞ’ê Hêza Şengal jî spasiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Mala Êzidiyan kir.
Hêza Şengalî got: Ji 2014`an ve ji milê YPJ`ê ve bi sedan jin û zarokên êzidî tên rizgarkirin. Planên li dijî civaka êzidî ji milê PDK`ê û Iraqê ve dîsa jî dixwazin wê fermanê dubare bikin, heta dawiyê wê berxwedan û têkoşîna me dewam dike.”
Di ser fermana şengalê ya 3’ê tebaxa 2014’an re 10 sal derbas bûn û heta niha zêdetirî 2 hezar keç û jnên êzidî di destê daîşê de ne. Li Rojavayê kurdistanê û bakûr û rojhilatê suriyê şervanên YPJ û QSD bi awayekî berdewam keç û jinên êzdî rizagar dikin û radestî mala êzdiyan dikin.
li gorî raporên ku tenê belavkirin jinên êzidî yên li kampa holê ji ber tirsa çeteyan nikarin nasnameya xwe aşkera bikin.
