KÊMBÛNA AVA ÇEMÊ FIRATÊ BI HATINA DEMSALA HAVÎNÊ RE REWŞÊ GIRANTIR DIKE

Rojava Tv
2 Min Read

Kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê, gelek pirsgirêkan bi xwe re derdixîne holê. Ji ber kêmbûnê gelek stasyon jî rawestiyane.
Hevserokê Gerînendeya Avê ya kantona Reqayê Hisên Cerceb ji Rojava Tv re diyar kir, ji ber kêmbûna zêde ya ava çem, gelek stasyon ji xizmetê derketin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê astengiyên ku ji ber girtina ava çemê Firatê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve tên kişandin, bi hatina havînê re zêdetir dibin.

Qutkirina avê bandoreke giran li gelek warên jiyanê dike.

Bi taybet bi kêmbûna rêjeya Avê re, gemarê di nava avê de zêdetir dike û ev yek dibe sedem ku gelek nexweşiyên cûr bi cûr di nava gelê herêmên de belav bibin.

Derbarê vê mijarê de Hevserokê Gerînendeya Avê ya kantona Reqayê Hisên Cerceb ji Rojava Tv re axivî û xeteriya vê rewşê da nîşandan.

Hisên Cerceb diyar kir, ji ber kêmbûna zêde ya ava çem, gelek stasyon ji xizmetê derketine.

Her wiha Hisên Cerceb anî ziman ku wan komîteyên labratorên navendî ava kirine, da ku her hefteyekê raporên derbarê rêjeya ava Firatê û kalîta wê ji wan re pêşkêş bikin.

Li gel berdewamkirina kêmkirina avê, nexasim bi hatina havînê re, li gorî berpirsan dê bendav bi xetereya rawestandina kehrebeyê re rû bi rû bimînin û ev yek dê bibe sedema aloziyê di saktora enerjiyê de û bandorê li gelek saktorên jiyanê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmê bike.

Share This Article