MSD’Ê JI BO NÎQAŞKIRINA PÊŞHATÊN DAWIYÊ PANELEK LI AMÛDÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê di salvegera peymana Lozanê de, ji bo nirxandina bandor û encamên wê yên li ser Rojhilata Navîn, bi sernavê “Piştî lihevkirina Sykes-Picot” panelek li dar xist.

Panel li bajarê Amûdê bi amadebûna rêveberên partiyan, çalakvan, endamên saziyên civaka sivîl û kesayetên serbixwe hate lidarxistin.

Hevserokê Nivîsgeha Têkilyan a MSD`ê Hesen Mihemed Elî panel bi rêve bir û bal kişand ser sûcên ku li dijî gelê Sûriyeyê tê kirin û diyar kir ku heta niha siberoja Sûriyeyê ne diyar e.

Her wiha banga bidawîkirina destwerdanên derve kir û got, divê QSD’ê û Kurd di çareseriyê de xwedî roleke çalak bin.

Piştre beşdaran jî nêrînên xwe bi parve kirin.

Share This Article