JI BER QUTKIRINA AVA STASYONA ELOK, LI HESEKÊ NEXWEŞIYA KOLÊRA BELAV BÛYE

Rojava Tv
1 Min Read

Kêmkirina ava çemê Firatê û Satsyona Elok ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, bû sedem ku li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexweşiya kolêra rû bide..

Li kantona hesekê ji bo rêgirtina li hember belavbûna nexweşiya kolêra komîteya Tenduristirê bi hevkariya Gerînendeya avê û şaredariyan dest bi paqijkirina ava Stêran kirine..

Kêmkirina ava çemê Firatê û Satsyona Elok ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, bû sedem ku li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zuhabûn û hişksalî rû bide.

Vê yek hişt ku li herêmê û bi taybet li hesekê gelek nexweşî belav bibin û di nav de nexweşiya kolêra .

Derbarê mijarê D.R Ebd elherman El Silêman ji rojava Tv re behsa awayên xweparastina ji nexwşiya kolêra kir û bang li şêniyan kir ku li hember belavbûna vê nexweşiyê tedbîran bigirin..

Her wiha nexweşan jî diyar kirin ku yek ji sedemên sereke yên belavbûna nexweşiyan û bi taybet nexweşiya Kolêra niha li hesekê vexwarina ava Stêran ne..

Ji bo rêgirtina li ber belavbûna nexweşiya Kolêra, komîteya Tenduristirê ya hesekê bi hevkariya Gerînendeya avê û şaredariyan dest bi paqijkirina ava Stêran kirine..

Share This Article