Kampaniya paqijî û çandina daran li 3 dibistanên bajarê Qamişlo, ya ku ji aliyê Hunergeha Welat bi hevkariya Desteya Perwerde û Fêrkirinê û Desteya Jîngehê li kantona Cizîrê hatibû lidarxistin, bi dawî bû.
Kampaniya Hunergeha Welatê ji 5’ê Kanûnê ve li dibistanên: ” Şehîd Diyar, El Huriye û Hesen Xelef” dest pê kiribû, di nava kampaniyayê dê Dibistan hatin paqijkirin û dar hatin çandin.
Kampaniya armanc dike ku çanda paqijiyê di nava dibistandan de belav bibe û jîngeheke guncaw ji bo perwerdeya zarokan peyda bike.
îro kampaniya li dibistana Şehîd Diyar bi şahiyekê bi dawî bû, pêre şagirtên dibistanan spasiyên xwe ji Hunergehê re pêşkêş kirin.
