30 XWENDEKARÊN ZANÎNGEHA KOBANÊ BI ŞAHIYKÊ DERÇÛN

Rojava Tv
1 Min Read

Zanîngeha bajarê Kobanê îro ji bo 30 xwendekarên zanîngehê şahiyek derçûnê lidarxist.

Merasîma derçûnê li navenda çand û huner a Baqî Xido bi beşdariya girseyeke ji welatiyan hate lidarxistin.

Xwendekarên ku derçûn ji beşên ziman û wêjeya kurdî, zindînasîn, Bîrkarî, Fîzye û Kîmya bûn.

Di şahiya derçûnê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî bi riya onlaynê xwendekarên derçûyî silav kir û got ku Ew di wê baweriyê de ye ku xwendekarên derçûne dê di qonaxa pêşîn a dîroka gel de rolek sereke û girîng bilîzin.

Piştî axaftinan xwendekaran bawernameyên xwe ji aliyê Hevserokên Zanîngeha Kobanê ve wergirtin.

Di dawiya şahiya derçûnê de koma vejîn û Ararat a stranan, berhemên xwe pêşkêş kirin.

Share This Article