KAMEREYA ROJAVA TV ATMOSFÊRA PÎROZKIRINA CEJNÊ LI HESEKÊ ŞOPAND

Rojava Tv
1 Min Read

Piştî serdana goristanên şehîdan zarokên bajarê Hesekê li malan geriyan û şêraniyên cejnê kom kirin.

Kamereya Rojava TV li bajarê Hesekê atmosfêra pîrozkirina cejnê şopand.

Zarokên bajarê Hesekê li hev kom bûn û ji bo berhevkirina şêraniyên cejnê serdana malan kirin.

Zarokan hem cejna malbatan pîroz kirin, hem jî têra xwe şêranî û şekirên xwe yên cejnê kom kirin.

Cejn bi geriyana zarokan ya li nava malan xweş dibe û çêjeke wê ya cuda peyda dibe.

Sibehên cejnan dema ku zarok li deriyê malan didin û sirûdên cejnê dibêjin, coşeke cuda çêdibe.

Helbet e me tevan ev hest jiyaye, ev dîmenên li ser ekranê jî bila piçekî bîra we li salên berê vegerîne û li bîranînên xwe bihizirin.

Share This Article