Jinên kantona Reqayê bi rêya projeyên çandiniyê aboriya herêmê bi pêş dixin û bazara navxwe jî geş dikin.
Em bi hev re li vê raporê temaşe bikin.
Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê derfetên zêrîn li pêşiya jinan vekirin. Yek ji qadên herî giring ku jinan xwe tê de îsbat kirin, qada aboriyê ye.
Ji bo bihêzkirina jinan ji aliyê aborî ve û xurtkirina bazara herêmî, kantona Reqayê şahidiya berfirehbûneke girîng dike.
Jinên herêmê di projeyên aborî de cihê xwe digrin û wê qadê bi keda xwe geştir dikin.
Rêvebera aboriya jin a Reqayê Wîsaq Ismaîl ji Rojava Tv re behsa pêşketina jinan di warê aboriyê de kir û got ku jin ji bo pêşxistina karê xwe, gelek kedê didin.
Her wiha Wîsaq Ismaîl diyar kir ku ji bo hêsankirina pêvajoya çinînê û misogerkirina veguhastina wê ya ewle û rêkûpêk ji erdên çandiniyê, makîneyên çinînê ji bo veguhastina berhema genim ber bi depoyan ve hatine amadekirin.
Ji bilî projeyên çandiniyê jinên herêmê di hemû qadên din ên jiyanê de cihê xwe digrin û serkêşiyê dikin.
