XELKÊN BAJARÊ QAMIŞLO PIŞTGIRÎ DAN KONGREYA 12’AN A PKK’Ê

Rojava Tv
1 Min Read

Xelkên bajarê Qamişlo têkildarî li darxistina kongreya 12’an ya PKK ji Rojaava TV re axivîn û pêştgirya xwe ji bo aştiyê nîşan dan.

Xelkên Qamişlo gotin, kongreya 12’an yê pkkê dê aştiyê pêk bîne û divê mafên her kesî di vê aştiyê de were parastin.

9’ê vê mehê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê ragihand ku wan di navbera 5 û 7’ê Gulanê de kongreya xwe ya 12’an li herêmên parastinê yên medyayê ki bi awayekî serkeftî derbasbû lidarxistin.

Îroj li kurdistan û cîhanê çavên her kesî bi taybet a kurdan li benda biryarên ku di kongreyê de hatine girtin.

Xelkên bajarê qamişlo ji Rojava Tv re axivîn, xelkê piştgirî dan kongreyA 12’an a PKK û û gotin kongreya 12’an yê pkkê dê aştiyê pêk bîne.

her wiha xelkên Qamişlo di nava axaftinên xwe de behs girîngiya parastina mafên pêkhateyan kirin û anîn ziman ku, ne tenê mafên kurdan , lê belê divê mafên her kesî di aştiya ku PKK bi xwe re parastî be.

Di 27’ê sibata derbasbûyî de Rêber Abdullah Ocalan banga aştî û civaka demokratîk kir û got ew berpirsyartiya dîrokî hildigire ser milê xwe, Lê dewleta Tirk li hember bangê gavên cidî neavêt.

Share This Article