JINÊN MINBICÊ BI BONEYA 25’Ê MIJDARÊ DAKETIN QADAN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi dehan xelkên kantona minbicê jî bi boneya 25’ê mijdarê û ji bo şermezarkirina tundiya li ser jinan, meşek li darxistin.
Bi dehan Endamên saziyên civakî, siyasî û xelkên minbicê beşdarî meşê bûn.
Meş ji çerxereya mîzan ya naverasta bajêr dest pê kir û li çerxereya El-Masab veguherî mîtîngê.
di mîtîngê de hate gotin, heta ku tundî bi dawî nebe û jin azadiya xwe bi dest nexin ew ê li ber xwe bidin û di nava çalakiyan de bin.
Meş bi berzkirina dirûşmên “na ji tundiya li ser jinê re û jin jiyan azadî” bi dawî bû

Share This Article