Bi nêzîkbûna salvegera rizgarkirina Minbicê re, Rojava Tv bi hejmarek jinên bajêr re, hevdîtin kir.
Jinan destnîşan kirin ku roja serketina Minbicê ya li hemberî tarîtiyê, bûye roja destpêka serdemeke azad.
têkbirina çeteyên daiş li bakur û rojhilatê sûriyê, şahidiya hêza jinê ya ku karîbû zihniyeta ku dibêje ”şer tenê bi destê mêran tê birêvebirin” dike.
Jinên li Bakur û Rojhilatê sûriyê karîbûn dagirkeriya dewleta Tirk bişkînin û bi biryardariya xwe dawî li rêxistina terorîst a DAIŞ’ê bînin û ji hemû cîhanê re îsbat kirin ku jin dikare bi ser bikeve û wê bi ser bikeve.
Di vê derbarê de Rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê Emîra Axa diyar ku rizgarkirina Minbicê ji bo her jineke Minbicî rojeke mezin bû, ji ber ku azadiya jinan misoger kir.
Rêvebera Aboriya Jin ya Minbicê Hena Telcebînî destnîşan kir ku jinên Minbicê piştî ku fikrê Rêber Apo nas kirin, karîbûn asoyên berfireh ên azadiyê keşif û pênase bikin.
piştî rizgarkirina minbic ji çeteyên daiş êdî jinan azadiya xwe bidest xistin,xwerêxistinkirin û saziyên xweser jî avakirin.
