Kongra Star têkildarî gefên êrîşan daxuyaniyek da û diyar kir ku, Bi şoreşa Rojava ku bi jinan dest pê kiriye, dê mafên hemû jinên Sûriyê bên parastin.
Kongra Star got, Bi hilweşîna sîstema Baas û aloziyên ku îro li tevahî erdîngariya Sûrî tê jiyankirin re, car din desthilatdariya Tirk û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêmê nû dikin.
Kongra Star anî ziman ku, Dagirker û çeteyên wê bi taybet êrişî Kobanê dikin da ku tola şikestina DAIŞ’ê hilînin.
Her wiha Kogra star got, ew wek beşek ji sûriyê ji bo ku sûrîyek nû bê avakirin û Destûrek nû bê çêkirin tê de mafên pêkhateyan were parastin divê bi çand ,ziman û nasnameya xwa jiyan bikin.
Kongra Star bang li jinan kir ku di nava pergala wan ya demokratîk de cihê xwe bigirin da ku projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe mafê tevahî jinên Sûrî.
JINÊN KANTONA FIRATÊ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ŞERMEZAR KIRIN
