Navenda çand û hunera Baqî Xido ya bajarê Kobanê ji bo geşkirina behreyên ciwanan dê dest bi vekirina korsên taybet bike.
Navendê ragihand, dê bi hemahengiya desteya çandê ya kantona Firatê perwerdeyên fêrkirina alavên mûzîkê û stranan vekin.
Deriyê tomarkirinê duh dest pê kir û dê heta 15 vê mehê pêşwaziyê li xwendekaran bike.
Li gorî Navenda çand û hunera Baqî Xido ya bajarê Kobanê xwendekarên di navbera temenên 12 ta 18 saliyê de dikarin navên xwe tomar bikin.
