Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyeyê li bajarê Reqayê, der barê rola partiyên siyasî di pêvajoya veguhêz de panelek li dar xist.
Panel di bin serenavê ” Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyeyê û Rewşa Nû ya Sûriyeyê – Helwest, Senaryo û Xalên Girîng ” hate li daxistin.
Bi dehan Nûnerên MSD’ê û endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî panelê bûn.
Di panelê de piştî deqeyek rêzgirtin, beşdaran nêrînên xwe yên siyasî ji bo qonaxa veguhêz a piştî hilweşîna rejîma Baasê û bandorên rewşa heyî li ser siberoja welêt anîn ziman.
Her wiha Beşdaran destnîşan kirin ku divê partiyên siyasî yên Sûriyeyê weke bersivekê ji bo pêdiviya civakê ya bi siyaseteke ku nirxên azadî, wekhevî û mafên mirovan biparêze, bixebitin.
