JINÊN HESEKÊ KAMPANYAYA “BI HEV RE JI BO PIŞTGIRIYA JINÊN SIWÊDAYÊ” DIDOMÎNIN

Rojava Tv
1 Min Read

Li Hesekê di çarçoveya kampanyaya “Bi hev re ji bo piştgiriya jinên Siwêdayê” çalakiyên jinan didomin û banga hesabxwestina ji kujerên jinan tê kirin.
Bi dehan çalakvan, rewşenbîr û siyasetmedaran bi armanca şermezarkirina tundî û kuştina li dijî jinên Siwêdayê, li Hesekê daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin, Komkujiyên li Perava Sûriyeyê û Siwêda berdewma komkujiya Şengalê ye.
Her wiha hate bibîr xistin ku wêrankirina jiyana sivîlan û bikaranîna tundiyê li dijî sivîlan binpêkirina hemû peyman û belgeyên navdewletî ye.
Di dawiya daxuyaniyê de banga rawestandina tundiya li dijî jin û zarokan hate kirin, her wiha hate xwestin korîdora mirovî bi Siwêdayê re were vekirin.

Share This Article