Zanîngeha Rojava û hejmarek ji mamosteyên bajarê Hesekê bang li aliyên peywendîdar kirin, ku biryara ku qada perwerdeya bi zimanê kurdî sînordar dike di ber çavan re derbas bikin û xebatên perwerdeya bi du zimanan bidin meşandin.
Her wiha tekez kirin ku sînordarkirina zimanê kurdî tenê wek dersa zimanê dikare şiyana têgihiştin û analîzkirina xwendekaran lawaz bike û destkeftiyên akademîk ên salên borî bixe ber metirsiyê.
Zanîngeha Rojava-Qamişlo derbarê biryarên herî dawî yên Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ku tê de demjimêrên dersên zimanê kurdî tên kêmkirin bo sê dersên heftaneyê, daxuyaniyek da.
Zanîngehê diyar ku ezmûna 12 salan nîşan dide ku perwerdeya bi zimanê kurdî dikare hem di zanistên mirovan û wêjeyê de, hem jî di zanistên hûr, bijîşkî û sepandî de, wek bîrkariyê, fîzîk, kîmya û endazyariyê, bê sepandin. Zanîngehê hişyarî da ku sînordarkirina zimanê kurdî tenê wek dersa zimanê dikare şiyana têgihiştin û analîzkirina xwendekaran lawaz bike û destkeftiyên akademîk ên salên borî bixe ber metirsiyê.
Zanîngeha Rojava di daxuyaniyê de pêşniyara modela perwerdeya duzimanî kir, ku tê de zimanê kurdî û erebî di dersdayîna mijarên zanistî de bi hev re bên bikaranîn. Li gorî zanîngehê, ev model dikare mafên zimanî û çandî yên xwendekaran biparêze, şiyana wan a zanistî û ragihandinê bilind bike û di heman demê de rê li ber yekbûna akademîk û civakî veke.
Zanîngehê bang li aliyên peywendîdar kir ku biryara sînordarkirina zimanê kurdî ji nû ve binirxînin û ji kadro û pisporên ku di salên borî de di warê perwerdeya bi kurdî de ezmûn bidest xistine sûdê bigirin.
Li bajarê Hesekê jî, komek mamoste xwepêşandanek li pêşiya avahiya Perwerdeyê saz kirin û biryara Wezareta Perwerdeyê red kirin.
Di xwepêşandanê de pankartên wek “Jiyan bê ziman nabe”, “Zimanê kurdî nasnameya me ye” û “Ji mafê me ye em bi zimanê dayîkê bixwînin” hatin rakirin. Mamosteyan di daxuyaniya xwe de got ku sê saetên kurdî di heftiyê de dikare gaveke destpêkê be, lê têr nake ku zimanê kurdî bibe zimanê fêrkirin û zanînê.
Mamosteyan herwiha daxwaz kirin ku mafê xwendinê bi zimanê kurdî li hemû deverên Sûriyeyê bê misoger kirin û nebe girêdayî cihê niştecihbûnê an rêjeya nifûsê. Herwiha daxwaz kirin ku xwendekarên niha li dibistanan jî ji siyaseta nû sûdê werbigirin, mamoste û kadroyên pispor bên amadekirin û mafê zimanî bi garantiyên qanûnî bê parastin.
Di dawiyê de, mamosteyan got ku ezmûna salên borî û kadroyên heyî divê wek çavkaniyek girîng ji bo avakirina modela perwerdeyê ya nû were nirxandin.
