Ezmûnên xwendekarên serbest ên refa 9’an û 12’an ên metiryalê Rêveberiya Xweser li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir.
hezar û 93 xwendekarên ji pêkhateyên Kurd û Ereb ji bo pêşkêşkirina ezmûnên serbet ên refa 9an li 9 navendan li herêma bakur û rojhilatê sûriyê pêşkêş dikin.
Kamîreya RojavaTV derbasî navenda zehraa û şerîf el redî ya bajarê qamişlo bû û proseya pêşkêşkirina ezmûnan şopand.
li qamişlo ezmûn li 4 navendên ehmed mirêwid, salih ebdî, zehraa û şerîf el redî tên lidarxistin.
sibe jî ezmûnên xwendekarên refên 12’an ên serbest destpêdikin ku hejmara wan, 2 hezar û 648 xwendekarin.
