KOÇBEREKE EFRÎNÎ BI ÇÊKIRINA MÛNETÊ DEBARA JIYANA XWE DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Henîfe Berko Koçbereke Efrînî ye û li kantona Şehbayê dijî.
Ji bo peydakirina debara xwe û pêdiviyên zarokên xwe, karê çêkirina mûnetê dike.

Henîfe Berko dibêje ku ji bo rewşa koçberan a zehmet ew mûnetê bi buhayekî kêm difroşe.

Tevî rewşên trajedîk ên koçberan di nava Kampan de û li gel paşguhkirina rêxistinên mirovî, li ber xwe didin û jiyana xwe bi awayekî asayî didomînin.

Koçbereke Efrînî Henîfe Berko ku ev 6 sal in li kantona Şehbayê dijî ji bo peydakirina debara xwe û pêdiviyên zarokên xwe, karê çêkirina Mûnetê dike.

Henîfe Berko diyar kir ku ew ji bo debara malbata xwe bike mûnetê çêdike û ji bo rewşa koçberan a zehmet ew bi buhayekî kêm difroşe.

Share This Article