JINÊN ÊZÎDÎ LI HEMBER FERMANA 74’AN ARTÊŞBÛYÎNA XWE AVAKIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Endama Meclîsa Jinên Sûriyê Mûna Yûsif derbarê komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an ya li ser gelê Êzîdî yên Şengalê de got ku di wê demê de hêzên li Şengalê aktîv bûn xwe vekişandin.

Muna Yûsif da zanîn ku konkujiya bi serê êzdîyan de pêk hat, heta niha ji wê êş û birînê xelas nebûne.

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de di nav bêdengiya desthilata Iraq û hêzên li wê deverê de, çeteyên Daişê êrişî Şengalê kir û komkujiyek derheqê gelê Êzdî de pêk anî.

Di wê komkujiyê de bi hezaran Êzîdî hatin qetilkirin û bi hezaran jinên Êzîdî jî rastî tecawizkirin û revandinê hatin û li bazaran hatin firotin..

Gelê Êzîdî jî ev komkujî bi fermana 74’an bi nav kir, lê vê carê li hember vê fermanê bêdeng neman û xwe li hemberî wê birêxistin kirin û hêzên xwe yên leşkerî avakirin..

Di sala 2016’an de Yekitiya Jinên Şengalê (YJŞ) hat avakirin û jinên êzîdî di dîrokê de cara yekem artêşbûna xwe avakir..

Endama Meclîsa Jinên Sûriyê Mûna Yûsif behsa vê konkujiyê kir û got di wê demê de hêzên li Şengalê aktîv bûn xwe vekişandin.

Muna Yûsif da zanîn ku konkujiya bi serê êzdîyan de pêk hat, heta niha ji wê êş û birînê xelas nebûne.

Dîmenên hêzên PDK’ê yên ku hemû çekên xwe kom kirin û reviyan, xiyaneta wê raxist ber çavan.

lê ev yek ne besî bû, niha dîsa jî rê li ber xiyanet û dagirkeriya tirk li ser xaka başûrê kurdistanê vedike.

Share This Article