Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM û Yekitiya Hunermendên Helebê, bi çalakiyeke hunerê hunermend ”Ebdurhman Omer” Bavê Selah di salvegera wefata wî de bi bîranîn.
Di çalakiya bîranînê de, hunermend, endamên TEV-DEM û dostên hunermend Bavê Selah beşdar bûn.
di çalakiyê de li ser stranên hunermend Bavê Selah û destkeftiyên wî yên hunerî sînevîzyonek hat pêşkêşkirin.
piştre Yekitiya Hunermendan û hevalên hunermend bavê selah axaftin kirin û diyar kirin ku bavê Selah bi dengê xwe yê xweş û rihê xwe yê xwşik dikaribû dilê guhdarên xwe xweş bike.
di dawiyê de hin stranên hunermend Bavê Selah ji hêla hijmeark ji hunermendan ve hatin gotin.
