Li Qamişloyê jinan rol û destkeftiyên xwe yên di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de nîqaş kirin.
Kongra Star û Tevgera Jinên Ciwan der barê rola jinan a di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de kombûnek li dar xist.
Kombûn bi dirûşma “YPJ hebûna me ye” û amadebûna jinên ciwan û endamên Kongra Star li Baxçeyê Xwendinê yê Qamişloyê pêk hat.
Di kombûnê de li ser dîroka kolekirina jinan û têkoşîna wan a li hember koletiyê sînevîzyonek hat nîşandan.
Piştî sînevîzyonê nîqaş li ser rola YPJ’ê ya di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de, her wiha destkeftiyên ku di aliyên siyasî, civakî, hiqûqî û çandî de hatine bidestxistin, hatin kirin.
Jinan diyar kir ku YPJ’ê nasnameyek bi jinan daye qezenckirin. Bi fikrên Rêber Apo re di nava jinan de ronakbîriyek çêbû.
