Bi sedan welatiyên taxên şêxmeqsûd û eşrefiyê yên Helebê ji bo şehîd Dilmav Efrîn û Ciwan Zagros merasîmeke xiyabî li dar xistin.
Şervanê Yekîniyên Parastina Gel Ciwan Zagros û Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê Dilmav Efrîn di dem û cihên cûda de şehîd bûn.
Bi sedan xelkên herdu taxan, endamên saziyên sivîl û partiyên Siyasî beşdarî merasîma xiyabî ya her du şehîdan bûn.
Di merasîmê de piştî deqeyeke rêzgirtinê, axaftin ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan van hate kirin.
Meclisê di axaftinên xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina riya şehîdan da.
Merasîm bi xwendina nasnameyên şehîdan û radestkirina wê ji malbatan re, bi dawî bû.
