JI BO NÎQAŞKIRINA ROLA JINAN DI HILBIJARTINAN DE KOMXEBATEK HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo nîqaşkirina rola jinan a di hilbijartinên şaredariyan de, îro komxebatek li kantona Reqayê li dar xist.
Bi dehan jinên kantonê, nûnerên sazî, dezgeh û tevgerên jinan beşdarî komxebatê bûn.
Di komxebatê de rol û mîsyona jinan ya di hilbijartinên şaredariyan de û giringiya hilbijartinên şaredariyan hatin nîqaşkirin.
Her wiha hate gotin, ji bo ku hilbijartin bi awayekî asayî bi rê ve biçin, divê jin bi awayekî çalak beşdarî hilbijartinan bibin.
Biryar e hilbijartinên şaredariyan roja 11’ê Hezîranê werin lidarxistin.

Share This Article