Bi hatina werzê çinîna genim û ji bo rêgiriya li ber rûdana rewşên şewata zeviyan, komîteya bersivdana lezgîn bi hevkariya cotkarên reqayê, planeke awarte danî û navendên çavdêriyê û tîmên destwerdana lezgîn li herêmên cuda belavkirin.
Komîteyê xalên çavdêriyê li herêmên çandiniyê û gundewaran mîna, hezîma li gundewarê bakur, kerame li gundewarê rojhilat, sehlebiyê li gundewarê rojava û kesrat û ikêriş li gundewarê başûrê reqa 4 xal danîne û têde amûrên agirkujiyê jî hatine bicihkirin.
Xalên destnîşankirî jî 24 demjimêran çavdêriya zeviyan dikin da ku rê li ber belavbûna şewatê bigrin û tevgerên bi guman rawestînin.
JI BO RÊGIRIYA LI BER ŞEWATA ZEVIYAN LI REQA TEDBÎR HATINE GIRTIN
