Şêniyên Qamişloyê Şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê bi bîr anîn û diyar kirin ku berxwedana girtîgeha Amedê di dîroka têkoşîna gelê Kurd de werçerxek ava kir.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê civînek li Hola Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan ji bo bibîranîna Şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê li dar xist.
Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre sînevîzyonek li ser berxwedana şehîdên girtîgeha Amedê û fedekariyên wan hat pêşkêşkirin.
Piştî sînevîzyonê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hisên Colîk, Şehîdên Berxewdana 14ˊê Tîrmehê û tevahî şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn.
Civîn bi diruşmên silavkirina fedakariyên şehîdan û dilsoziya bi wan re bi dawî bû.
