Li Helebê şervanê Hêzên Parastina Gel (HPG) Karker Mezlûm bi merasîmeke xiyabî hat bibîranîn.
Endam û nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, Hêzên Ewlehiya Hundirîn û şêniyên taxê tevlî merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn axaftin hatin kirin û hate gotin, Şehîd Karker bi vîneke mezin ji bo pêkanîna jiyaneke azad ji bo gelê xwe têkoşiya.
Ji xizmên Şehîd jî Enîsa Osman, behsa taybetmendî, têkoşîn û welatparêziya şehîd kir û soza berdewamkirina rêka şehîdan da.
Di dawiyê de, belgeya Şehîd Karker hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
