Di çarçoveya çalakiyên redkirina destûra nû ya ku Desthilata Şamê vê dawiyê îmze kiriye, welatiyên Qamişlo bi meşeke, dûrxistina bi zanebûn a pêkhateyên Sûriyeyê ji destûra nû şermezar kirin.
Gel bi dengekî bilind ragihand: “Destûra heyî, hêviyên me bi cih nayne”
Yekser piştî îmzekirina reşnivîsa destûra nû ya desthilata Şamê, bertekên nerazîbûnê derketin pêş û li piranî herêmên Sûriyê bi daxuyanî, meş û xwepêşandanan hate redkirin.
Li Qamişlo, gel bi girseyeke mezin herikîn qadan û bi gotinên ” Destûra nû temsîla me nake” nerazîbûna xwe ji vê gavê re nîşan dan.
Ji beşdarên meşê, Serokê Meclisa Qebîleya Tey “Şêx Hesen Ferhan” ji Rojava TV re axivî û destnîşan kir ev destûr bi gelemperî temsîla gelê Sûriyê nake.Ji aliyê xwe ve, koçberê Efrînî “Reşîd Elo” jî, diyar kir ku destûra hatiye îmzekirin ji ya rejîma rûxandî ne cudatir e, ji ber wê gel nikare wê qebûl bike û careke din bi heman hişmendiyê re jiyan bike.
Beşdarên meşê bi durişmeyên xwe, girîngiya pêkanîna hêviyên Sûriyeyiyan û ji nû ve amadekirina destûreke ku li gorî mafên hemû pêkhateyan be, bêyî dûrxistina ti aliyî, tekez kirin.
