Kongra Star û Tevgera Çand û Hunerê li bajarê Hesekê şahiyek ji bo azadiya rêber apo li dar xistin, di şahiyê de jî hunermend Şerhrîbana Kurdî û Sumeya Mihemed stran gotin.
şahî bi durişma”Azadiya Rêber Apo ya fîzîkî azadiya civakê ye, werin em hev re jinek azad, çandek azad civakek komînal ava bikin” li parka 4’ê nîsanê hate lidarxistin.
Piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin li ser navê Kongra Star hat kirin û têkoşîna rêber Apo ya ji bo azadiya jin hat silav kirin.
Piştî axaftinê hunermend Şehrîbana Kurdî û Sumeya Mihemed bi stranên xwe şahî bi coş kirin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
JI BO AZADIYA RÊBER APO ŞEHIYEK LI HESEKÊ HATE LIDARXISTIN
