Bi tevlîbûna hezaran kesî, pîrozbahiya Newrozê, li Qendîlê bi dirûşma ‘Newroza azadî û yekitiya demokratîk’ hat lidarxistin.
Tevî hezaran kesên ji her çar parçeyên Kurdistanê amade, bi dehan çalakvan, nunerên partî û aliyên siyasî, rêxistinên sivîl jî li qada Newrozê amadebûn û bi coşek mezin cejna Newrozê pîroz kirin.
