Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê di sala 2018’an de bi hemû rêbazên dijmirovî êrîşî bajarê Efrînê kirin, piştî berxwedaneke dîrokî ku 58 rojan dewam kir welatiyên efrînê neçarî koçberiyê bûn û berê xwe dan Şehba.
Ne tenê carek Koçberî bû para Efrîniyan, di sala borî de careke din dagirkeriya Tirk û çeteyên wê Sûd ji tevliheviya Sûriyê girtin û careke din êrîşên dagirkeriyê pêk anîn, vê carê xelkê Efrîn û Şehba jî bi darê zorê neçarî koçberiyê bûn.
Têkildarî mijarê rêveberiya komleya mafê mirovan ya sûriyê Evîn Cuma ji Rojava Tv re axivî û got ku gelek idîayên nerast derdikevin ku dibêjin dê Koçberên bi awayekî ewle vegerin wearên xwe, lê heta niha tu pêkanînek li ser rûwê Erdê tune ye..
Evîn Cuma bang li dewletên navneteweyî û saziyên ku parastina mafê mirovan dikin ku bi erka xwe ve rabin û ji bo vegereke bi ewle ya koçberan zemînekê ava bikin.
her car ji aliyên sazî û dezgeh û rêxistinên mirovî û rêveberiya xweser ve bang tê kirin ku zexit li dewleta Tirk a dagirker were kirin ku xwe ji xaka Sûriyê vekişîne û koçber vegerin warê xwe, lê beng bê bersiv dimîne.
