JI BER RAWESTANDINA ALÎKARIYÊN MIROVÎ REWŞA NIŞTECIHÊN KAMPA EL-MEHMÛDLÎ ZEHMET E

Rojava Tv
1 Min Read

Ev demeke rêxistinên mirovî alîkariyên xwe li ser neştecihên kampa El-Mehmûdlî rawestandiye.
Koçberên kampa El-Mehmûdlî dimînin ji RojavaTV re dan xuyanîkirin ku piştî rêxistinên mirovî piştgiriya xwe ya mirovî ji kampê re rawestandin rewşa malbatên niştecihên kampê ne baş bûye.
her wiha Hevserokê Komîteya Karûbarên Civakî û Kar Ya Encumena Sivîl a Tebqayê Mehmûd El-Îsa hişyariya rûdana karesetên mirovî da.Beriya demeke kurt alîkariyên mirovî ji bo kampa El-Mehmûdlî ya dikeve bakurê bajarê Tebqayê hatin rawestandin ji ber vê yekê rewşa mirovî ya koçber û neştecihên kampê niha pir zehmet e.

Ji bo naskirina rewşa jiyana heyî ya li kampê Kamereya RojavaTV di nava kampê de geriya, û hevdîtin bi yek ji niştecihên kampê re Ehmed El-Xalid re kir.

Ehmed El-Xalid diyar kir ku piştî rêxistinên mirovî piştgiriya xwe ya mirovî ji kampê re rawestandin rewşa malbatên niştecihên kampê ne baş bûye.

Share This Article