ENCUMENA JIN A PYD’Ê JI BO ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ PANELEK LI KOBANÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Bi boneya 11’emîn salvegera şoreşa 19’ê tîrmehê îro encûmena jin a PYD’ê panelek li bajarê Kobanê li dar xist.

Panêl bi diruşmeya ” Bi Rihê Berxwedana Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Em ê Dagirkeriyê Têk bibin ” li eywana Firat a li bajêr hat li dar xistin.

Bi dehan nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî beşdarî panelê bûn.

Di panêlê de piştî deqeyek rêzgirtin, semînerek li ser rola û pêşengtiya jin a di şoreşa 19’ê tîrmehê hate dayîn.

Piştre rewşa jin di her du qonaxên berî û piştî şoreşê de hate nîqaşkirin.

Share This Article