Bi sedan xelkê bajarê Reqayê îro bi meşek girseyî, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin.
Meş bi dirûşma” Bi têkoşîna gelan em ê pergala îmraliyê hilweşînin” li qada Muceme ya li bajêr dest pê kir.
Di meşê de bi sedan xelkê Reqayê, saziyên sivîl û Rêveberiya Xweser beşdar bûn.
Bi berizkirina siloganên” Bê Serok Jiyan nabe” meş li qada agirkujê veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Ocalan hat şermezarkirin û hat gotin , ji bo azadiya cîhanê divê pergala li îmraliyê were hilweşandin.
