Rêveberê giştî yê dibistanên herêma firatê Kamîran Osman tekez kir ku Eger êrîşên dewleta tirk berdewam bikin dê bi hezaran xwendekar perwerdeyê bê par bimînin.
Her wiha bang li civka Navdewletî kir ku Êrîşên Dewleta Tirk Sînordar bikin û bi erkên xwe yên mirovî rabin.
Dewleta Tirk li dijî heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev demeke dirêj e êrîşan pêk tîne.
Ji 19’ê Mijdarê ve û heta niha dewleta Tirk êrişî seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Her wiha Ji ber êrîşan 19 dibistanên gundewarên sînorî yên bajarê Kobanê hatine girtin.
Di derbarê mijarê de rêveberê giştî yê dibistanên herema firatê Kamîran Osman tekez kir ku Eger êrîş berdewam bikin dê bi hezaran xwendekar perwerdeyê bê par bimînin.
Kamîran Osman bang li civaka Navdewletî kir ku Êrîşên Dewleta Tirk Sînordar bikin û bi erkên xwe yên mirovî rabin.
Duh Desteya perwerdeyê ya Herêma Firatê ragihandibû ku ji ber êrîşên berdewam ên Tirkiyê 19 dibistanên ku li ser sînor dikevin hatine girtin û dibistana gundê Koran a rojhilatî bajêr jî bi temamî hatiye rûxandin.
Li gorî desteyê di encamê de bi hezaran xwendekar ji proseya perwerdeyê hatine bêparkirin.
