Îro salvegera şehadeta yek ji pêşengên jin ên têkoşîna azadiyê û ragihandina azad Gurbetellî Ersoz e.
Şehîd Gurbetellî Ersoz tevî zext û zorên desthilata faşîst jî, heta henaseya dawiyê li ber xwe da û bû deng û rengê jinên azadîxwaz.
Îro salvegera şehadeta yek ji pêşengên jin ên têkoşîna azadiyê û ragihandina azad Gurbetellî Ersoz e.
Gurbetellî Ersoz sala 1965’an li navçeya Palu ya bajarê Xarpetê ji dayîk dibe. li Zanîngeha Edeneyê beşa kîmyayê diqedîne.
Piştre di kovana Hedef de dixebite, dema ku xebatên ragihandinê dike ji aliyê desthilata faşîst ve tê girtin û 2 salan di girtîgehê de dimîne.
Piştî tê berdan careke din karê rojnamegeriyê didomîne û dibe gerînendeya giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê.
Gurbetellî Ersoz di sala 1995’an de biryara xwe dide û bi navê Zeyneb Agir tevlî nava refên gerîlayan dibe.
