ÎNSIYATÎFA SÛRIYÊ JI BO AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN PANELEK LI HELEBÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sernavê “Tacîdarkirina Projeya Aştiyê û Civaka Demokratîk bi zanista Jineolojî”, Însiyatîfa Sûriyeyê ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan panelek li Helebê li dar xist û tê de nameya ku rêbertî ji bo Jineolojî şandiye, xwend.

Panel li Navenda Însiyatîfê ya li taxa Eşrefiyê hate lidarxistin û tê de bi dehan rewşenbîr, nivîskar û hunermend beşdar bûn.

Panel bi kêliyeke bêdeng ji bo giyanên şehîdan dest pê kir, piştre nameya rêbertî ya ji bo Jineolojiyê hate xwendin.

Piştre ji aliyê endama Însiyatîfa Sûriyeyê ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ”Rojiyan Huseyîn” ve danasînek li ser zanista Jineolojî, qad, meydan û çalakiyên pê radibe hate dayin.

Di dawiya panelê de, pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan, li ser beşdarên panelê hatin belavkirin.

Share This Article